• Monday, 01 July 2024
logo

Tirkiye: Hêzên me dê li Lîbya bimînin

Gulan Media February 12, 2021 Nûçe
Tirkiye: Hêzên me dê li Lîbya bimînin
Serokatiya Tirkiyê ragihand heta wê dema ku rêkeftina navbera Tirkiyê û hikûmeta naskirî ya Lîbyayê mabe, hêzên wan dê li wî welatî bimînin.

Di daxuyaniyekê de hikûmeta Tirkiyê dibêje, hêzên wan ên leşkerî di çarçoveya rêkeftina du alî ya navbera Enqere û hikûmeta naskirî ya Lîbyayê de li wî welatî hatine bicihkirin û heta wê dema ku hikûmeta Lîbya daxwaza mana wan hêzan bikin, ew dê li wî welatî bimînin.D

Daxuyaniya hikûmeta Tirkiyê piştî hilbijartina hikûmeta nû ya Lîbyayê tê ku bi serpereştiya Netewên Yekbûyî hat kirin. Hevdem hikûmeta nû ya Lîbyayê û civaka navdewletî daxwaza derketina hemû hêzên biyanî û grûpên çekdar ên kirêgirtî ji wî welatî kirine.

Di 27ê Mijdara 2019an de hikûmeta Tirkiyê û hikûmeta wê demê ya Lîbyayê ya li Trablusê, rêkeftineke emnî-aborî bi hev re îmze kirin, ku rê dide Tirkiyê tevlî şerê li dijî Artêşa Niştimaniya Lîbyyaê ya bi serokatiya general Xelîfe Hefte bibe.

Di çend mehên bihorî de, gotûbêjên taybet bi bidawîkirina şerê navxwe yê Lîbyayê bi serpireştiya Netewên Yekbûyî gihîştin encamê û hikûmeta nû ya Lîbyayê hat ragihandin ku têde Mihemed Yûnis Menfî wek Serokê Encûmena Serokatiyê û Ebdulhemîd Dubeybe weke Serokê Hikûmeta Niştimanî hatin hilbijartin. Ew hikûmet dê heya roja lidarxistina hilbijartinên giştî ku biryar e di 24ê Kanûna 2021an de bî lidarxistin, serpireştiya qonaxa veguhastinê li Lîbyayê bike.

Li gor rêkeftinên ku Tirkiyê li geê hikûmeta Wîfaqa Niştimanî ya Lîbyayê îmze kiriye, Tirkiyê hêz û kelûpelên serbazî û gelek cebilxane li Lîbyayê bicih kiriye. Tevî wê yekê gelek çavkanî amaje bi wê yekê didin, ku Tirkiye bi awayekê berdewam çekdarên kirêgirtî yên Sûrî dişîne Lîbyayê, daku li dijî hêzên Xelîfe Hefter şer bikin.

Rudaw
Top