• Monday, 01 July 2024
logo

Fermandarê berê yê PKKê: Divê PKK hêza xwe li hember dijminan bi kar bîne

Gulan Media February 12, 2021 Nûçe
Fermandarê berê yê PKKê: Divê PKK hêza xwe li hember dijminan bi kar bîne
Serhed Kerîm ku Fermandarê berê yê PKKê ye, li ser kiryarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li Herêma Kurdistanê diyar kir: “Ev tehrîkkirin e, tehrîkkirina dijmin e.”

Serhed Kerîm ji herêma Adygea ya Rûsyayê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser kiryarên PKKê yên li Herêma Kurdistanê, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Kerîm diyar kir: “Em jî dişopînin van pêvajoyên dûmahîkê, li Kurdistanê hinek bûyer têne jiyankirin, ev bûyer jî dibe mal li ser gelê me, miletê me, milet zerar dîtine, mirov dikare vê yekê wiha binirxîne; meseleya Başûrê Kurdistanê û êrîşên Tirkiyê yên vê dûmahîkê, berê niha jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê pir caran hişyarî dan, gotin 'nekin, li vir pirsgirêk çêdibin ji bo me, dibe ku Tirk êrîşî me bikin', lê em temaşe dikin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê sûcdar dikin.”

Serhed Kerîm eşkere dike: “Ew ne PKK ne, bi ser navê PKKê hereket dikin. Ti eleqeya wan bi PKKê nîne.”

Derbarê kiryarên PKKê yên li Herêma Kurdistanê diyar dike: “Ev tehrîkkirin e, tehrîkkirina dijmin e. Tu derbe li dijminê xwe bixî û tu deverekê, cihekî rizgar bikî, evana tehrîk dikin tiştên di dest de heye, tên dayîn. Ev rastiyek e û li ber çavan e, ne ku ez dibêjim, pratîkên ku hatine jiyankirin, ev e.”

Serhed Kerîm ji PKKê daxwaz dike ku enerjî û hêza xwe li hember dijminan bi kar bîne, ne li hember miletê Kurd û got: “Ev miletê me ji berê ve perîşan bûye, ev miletê me ji berê ve belengaz bûye, ev miletê me maf û hiqûqên wî ji berê ve ji destê wî hatiye standin, pêwîst e êdî xelk bibîne, xelk dibîne jî û tîne ziman.”

K24
Top