Di êrîşeke DAIŞê de 3 polîsên fedralî hatin kuştin
![Di êrîşeke DAIŞê de 3 polîsên fedralî hatin kuştin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/562959Image1.jpg )
Li gor aghiyan, êriş şeva bihorî çêbûye û çekdarên DAIŞê li navçeya Daqûqê ku dikeve başûrê Kerkûkê, êriş birine ser xaleke kontrolê ya Polîsê Federalî yê Iraqê û di navbera herdu aliyan de şer derketiye.
Hêzên Polîsê Federalî bersiv dane êrişa DAIŞê û şerê navbera wan zêdetir ji demjimêrekî berdewam bûye.
Rêveberê Polîsê Kerkûkê, Elî Kemal jî di daxuyaniyekê de ragihand, “di encama êrişa DAIŞê de 3 polîs hatine kuştin û 7 polîs jî birîndar bûne.”
Têkildarî êrişa duh şev a DAIŞê bo ser Polîsê Federalî yê Iraqê li Kerkûkê, Berdevkê Mîhwera Bakur a Heşda Şeibî, Elî Huseynî ji Rûdawê re got: “Çekdarên DAIŞê li gundê Ereb Koy li başûrê Daqûqê, êriş kirine ser hêzên Polîsê Federalî û bi sedema wê yekê, 3 polîs hatin kuştin û 2 polîs jî birîndar bûne.”
Elî Huseynî da xuyakirin, piştî êriş, çekdarên DAIŞê ber bi cihekî nexuya ve reviyane û hêzên ewlekariyê jî li navçeyê dest bi proseya lêgerîn û pişkinînê kirine.
Berpirsên siyasî û serbazî yên Iraqê gelek caran dibêjin, rewşa ewlehiyê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ku weke navçeyên nakok di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de tên naskirin, aram û cêgîr e, lê berovajî wê yekê êrişên DAIŞê li wan deran zêdetir bûne.
Rudaw