• Monday, 01 July 2024
logo

Hevpeymaniya Navdewletî di derbarê bingeha serbazî ya li Herema Kurdistanê de daxuyani da

Gulan Media February 12, 2021 Nûçe
Hevpeymaniya Navdewletî di derbarê bingeha serbazî ya li Herema Kurdistanê de daxuyani da
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAÎŞê ragihand ku, dierka wan ya li Herema Kurdistanê, Sûriye û Iraqê de ti guhertinek çênebûye û li Herema Kurdistanê bingeheke serbazî ya nû nehatiye avakirin.

Di hinek ajansên Ereb û navdewletî de nûçe hatibûn belavkirin ku Hevpeymaniya Navdewletî ya di bin pêşengiya Amerîkayê de ya li dijî DAÎŞê, Bingeha Serbaziya Herîrê ya li Hewlêrê nû kiriye û berfirehkiriye.

Di derbarê mijarê de li ser pirsa Rûdawê, Maseya Çapemeniyê ya hevpeymaniyê bersiveke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “mîsyona Yekîtiya Hêza Erka Hevpar - Operasyon Bibiryarî ya Xwezayî nehatiye guhertin. Hevpeymanî li heremê bingehên nû yên serbazî ava nake. Di avahiyên heyî de xebatên çêkirina rûtîn ên ji bo temîrkirin, parastin û başkirinên gelemperî hene.”

Hevpeymanî di daxuyaniyê de tekez kir ku di derbarê ji holê rakirina DAÎŞê ya li Herema Kurdistanê, Iraqê û Suriyê bibiryar e û wiha berdewam dike “ Hevpeymanî ji bo ku DAÎŞê têk bibe dê piştgiriya wê ji bo hevkarên wê berdewam be. Hevpeymanî li Hewlêrê bo ku şêwirmend rasterast têkilî û hevahengiya hêzên Pêşmerge bikin navendek hate damezrandin. Wekî din, bi riya Fona Hînkirin û Alavê (CTEF) ji bo ku şiyanên Pêşmerge û hêzên ewlekariya Iraqê pêşbixe piştgirya amûr û darayê dide.”

Maseya Çapemeniyê ya Hevpeymaniyê di derbarê alikariya Pûşmergeyan hêzên ewlehiya Iraqê de jî dibêje “Di Cotmeha 2020an de bi bihayê 4 milyon dolar, di Mijdara 2020an de jî 6 milyon dolar alab û amûrên serbazî bexş kirine.Di Berfenbara 2020an de ji 40î zêde otomobîlên serbazî teslîmî pêşergeyan kirine. Hêzên Hevpeymanî ji 2015an vir de 850 milyon dolar alîkariya Pêşmerge û hêzên ewlehiya Iraqê kirine.”

Rudaw
Top