HSD zêdeyî 100 çekdarên DAIŞê radestî Iraqê dike
![HSD zêdeyî 100 çekdarên DAIŞê radestî Iraqê dike](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/562977Image1.jpg )
Gatih Necman, Endamê Komîteya Asayiş û Berevaniyê li parlamentoya Iraqê ji Rûdawê re ragihand, “wergirtina wan çekdarên DAIŞê yên bi esil Iraqî ne û di girtîgehên HSDê de ne, gelek metirsîdar e, çimku wan li gel komên terorîstî kar kiriye û destê wan di rijandina xwîna welatiyan de hebûye.”
Necman diyar kir, wergirtina wan çekdaran ne li ser daxwaza hikûmeta Iraqê ye û diyar kir: “Guvaşên navdewletî û herêmî li ser Iraqê hene ji bo wergirtina wan. Bi baweriya min wergirtina beşeke din ji çekdarên DAIŞê di berjewendiya Iraqê de nîne.”
Ew parlamenterê Iraqî daxwaz ji hikûmeta Mistefa Kazimî jî dike, derbarê dosyeya wergirtina çekdarên DAIŞê de li parlamentoya welat zelalkirinê bide.
Pêştir çavkaniyên serbazî yên Iraqê ragihandibûn, “di sê rojên bihorî de Hêzên Sşriya Demokratîk li deriyê sînorî yê Til Koçer (Rebîe) dê di navbera parêzgehên Neynewa û Hesekê de zêdetir ji 100 çekdarên Iraqê radestî desthilatdarên emnî yên parêzgeha Neynewayê kirine, ku hejmarek ji wan çekdarên diyar ên DAIŞê ne û bo girtîgeheke taybet a li wê parêzgehê hatine veguhastin.”
Heman çavkaniyan amaje bi wê yekê kirine, ku proseya radestkirina wan çekdaran bi navbeynkariya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê hatiye kirin. Hêj gelek çekdarên Iraqî yên DAIŞê di girtîgehên HSDê de mane û biryar e di pêşerojê de hemû ew çekdar radestî hikûmeta Iraqê bêne kirin, daku li gor yasayên Iraqê bêne dadgehîkirin.
Fazil Ebû Rexîf, şarezayê warê ewlehiyê yê nêzîk li Dezgeha Îstixbarata Iraqê dibêje, Bexda dê sûdeke mezin ji wergirtina wan çekdarên DAIŞê werbigire ku niha li cem HSDê girtî ne.
Sala bihorî jî Iraqê hejmarek çekdarên DAIŞê ji HSDê wergirtin, ku fermandarên giring di nava wan kesan de hebûn û destê wan di çendîn proseyên kuştina bikom de hebû.
Rudaw