• Monday, 01 July 2024
logo

Tirkiye: Em bi merc amadene dev ji S400an berdin

Gulan Media February 11, 2021 Nûçe
Tirkiye: Em bi merc amadene dev ji S400an berdin
dibêje bila têkiliyên xwe yên li gel HSDê bi dawî bîne.
Lazime Amerîka têkiliyên xwe li gel HSDê bi dawî bîne.

Qirîza pergala berevaniya mûşekî ya S400 di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de berdewame û di rojên derbasbûyî de wezareta berevanî û derve ya Amerîkayê jî huşdarî dabûn Tirkiyeyê ku eger dev ji S400an ber nede vê dorpêçên ser Tirkiyeyê bidomin û mimkune dorpêçên din li ser Tirkiyeyê werin danîn.

Her li ser vê mijarê ajansa bloomberg belav kiriye ku Tirkiye amadeye bi merc dev ji S400an berde.

Du rayedarênTirkiyeyê ku nexwestine navên wan werin eşkere kirin ji bloombergê re dane zanîn ku eger Amerîka têkiliyên xwe yên li gel HSDê bi dawî bîne vê demê Tirkiye jî dev ji S400an ber dide.

Weke tê zanîn beriya du rojan jî du wezîrên berevanî û yên derve yên Amerîkayê tekez li ser vê yekê kiribûn ku hevkariya Amerîkayê ya bo HSDê berdewam dibe.

Top