• Tuesday, 02 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Divê hemû alî rêz li serweriya Herema Kurdistanê bigrin

Gulan Media February 11, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Divê hemû alî rêz li serweriya Herema Kurdistanê bigrin
Serokê Hikûmeta Herema Kurdistanê Mesrûr Barzanî got “Serweriya Iraqê ji hêla gelek aliyan ve tê binpê kirin. Tenê aliyek nekiriye. Em dixwazin rêz li serweriya Herema Kurdistanê û Iraqê bê girtin lêbelê ne tenê aliyek divê hemû alî rêz bigrin.”

Mesrûr Barzanî piştî Civîna Lijneya Wezîran civîneke çapemeniyê lidar xist û hevdîtinên mûçeyan yên bi Bexdayê re, reform, nakokiyên Herema Kurdistanê yên Bexdayê re û êrişên Tirkiyê nirxand.

Mesrûr Barzanî ragihand ku “Pirsgirêka me li gel Bexdayê tenê Budce û Mûçe nîne, Madeya 140 heye ku destûrî ye û hîn jî nehatiye sepandin, pirsgirêka pêşmergeyan heye, pirsgirêka heremên nakok heye. Di derbarê hemû van mijaran de em dixwazin bi Hikûmeta Federal re lihev bikin.”

Mesrûr Barzanî di derbarê pirsgirêkên bi Iraqê re wiha got “Pirgirêka me ya bi Bexdayê re tenê ne mûçe ne. Mafên me yên darayê tenê ji mûçeyan pêk nayê. Gelek mijar hene mixabin bi awayekî giring li serê nayên sekinandin. Ev jî mafê darayî yê Hikûmeta Herama Kurdistanê divê ji hikûmeta federalî wergire. Di derbarê mijarên mesfer, hilberîn, teqawidbûn û pêşmergeyan de ne.”

Li ser êrişên Tirkiyê xwest rêz li serweriya Hikûmeta Herema Kurdistanê bê û dibêje “Serweriya Iraqê ji hêla gelek aliyan ve tê binpê kirin. Tenê aliyek nekiriye. Cihê ku niha Tirkiyê êriş dike li dijî kê dike? Aliyê ku li wê deverê bicih bûye, serweriya Îraqê û ya Kurdistanê binpê nake? Li van deveran berê binpêkirina serweriyê hatiye kirin. Mixabin xelkê Herema Kurdistanê berdêla wî dide.”

Mesrûr Barzanî axavtina xwe bi vî rengî berdewam kir “Li gorî ku min fem kiriye hûn bi êrişên Tirkiyê behsa PKKê dikin. Eger wan ji roja ewil de rêzê li serwerî û rêveberiya Hikumeta Kurdistanê bigirtana, Tirkiye pêwîst nedidît ku niha êriş bikira, xelkê me pêwîst nedidît ku berdêl bide. Ev demeke direjê ji ber alozî, şer û pirsgirêkan Herema Kurdistanê nikare 800 gundan ji nû ve ava bike. Gava behsa serweriya axa welatekî tê kirin, divê di her awayî de lê binêrin. Mixabin li gelek cihan binpêkirin çîbûye û ev yek berdewam dike. Em dixwazin rêz li serweriya Herema Kurdistanê û Iraqê bê girtin lêbelê ne tenê aliyek divê hemû alî rêz bigrin.”

Rudaw
Top