• Monday, 01 July 2024
logo

Merkel dixwaze karantîna were dirêjkirin

Gulan Media February 11, 2021 Nûçe
Merkel dixwaze karantîna were dirêjkirin
Li gorî nûçeyên ku di medyaya Almanî de hatine belavkirin, Şêwirmenda Almanya dixwaze karantînayê heta 1ê Adarê dirêj bike. Karantîna ku niha heye, heta 14ê vê mehê berdewam dike û ji bo berdewamî yan jî rawestandina vê karantînayê wê îro biryar were dan.

Hikûmeta Federal û birêvebiriyên wîlayetan îro ji bo çawaniya berdewamiya rênimayên korona dicivin. Beriya civînê medyaya Almanî ragihandiye ku Şêwirmenda wî welatî Angela Merkel dixwaze temamê rênima û karantîna ku niha heye, heta 1ê Adarê berdewam bike, dibistan jî girtî bimînin.

Li gorî malpera Spiegel, Merkel pêşniyara vekirina dibistan û bexçeyên zarokan berî 1ê Adarê jî red kiriye.

Lê tê çaverêkirin ku di nava partiya Merkel CDU de hinek kes li dijî girtîmayina dibistanan derkevin. Hejmarek ji parlamenterên CDU dixwazin dibistan piştî 15ê Sibatê vebin.

Karsaz û aborînasên Alman jî dixwazin 14ê Sibatê dawî li karantînayê were.

Rudaw
Top