Qadir Qaçax: Ji ber PKKê, xelkê Şingalê dîsa warê xwe vala dikin û derbider dibin
![Qadir Qaçax: Ji ber PKKê, xelkê Şingalê dîsa warê xwe vala dikin û derbider dibin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/44f95fce8d980a5e05b3aea83fe7d33a_L.jpg )
Berpirsê liqa Şingal ya PDKê, Qadir Qaçax ji BasNewsê re got, heta niha bendeka madeya 140 ya Destûra Iraqê nehatiye bicîhanîn. Rêkeftina Şingalê jî nehatiye bicîhanîn, ji ber ku PKK û Heşda Şeibî li nav Şingalê de ne. Lazim bû li gorî rêkeftina Şingalê ew her du hêz ji Şingalê derkevin lê berovajî, roj bi roj hêzên xwe zêde dikin. Ew Şingalê mîna Qendîla duyem dibînin.
Qadir Qaçax her wiha got, cihekî din yê PKKê nîne loma PKK dixwaze xwe li Şingalê bicîh bike û ew û Heşda Şeibî nahêlin Şingal asûde bibe û rêveberiya rewa vegere wir. Ew naxwazin demokrasî li wir hebe û xelkê wir di aramiyê de bijîn.
Li ser rêkeftina Şingalê jî, wî berpirsê PDKê got, di destpêkê de jî gumana me li ser rêkeftinê hebû, ji ber ku nehîştin nûnerê NY beşdarî rêkeftinê bibe. Em heta niha jî girêdayî rêkeftinê ne lê aliyê din pêngavekî jî nehatiye pêş.
Bi gotina Qadir Qaçax, beriya niha derdora 200 mal ji kampan vegeriyabûn Şingalê lê ji ber hebûna PKKê û Heşda Şeibî û nebûna xizmetguzariyan, dîsa vedigerin û koçber dibin.
Basnews