• Monday, 01 July 2024
logo

Naveroka civîna civata wezîran

Gulan Media February 11, 2021 Nûçe
Naveroka civîna civata wezîran
lazime lez bo cîhbicîh kirina tevahiya xalên proje qanûna reforman were kirin.
Civata wezîran bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;

Îro çarşem 10 Sibata 2021an bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr, me gerînendetiya civîna civata wezîran ya herêma Kurdistanê kir.

Di destpêka civînê de Cîgirê Serokwezîr û Serokê şanda danûstandinkar rewşa giftûgoyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî yên derbarê şayisteyên darayî yên herêma Kurdistanê ên di çarçoveya proje bûdceya giştî ya federalî ya bo sala 2021an şîrove kir û anî ziman ku heta niha çend pêşniyar hatine pêşkêşkirin, lê hîn jî di nava projeya bûdceyê de nehatine bicîhkirin.

Cîgirê Serokwezîr herwiha behsa vê yekê kir ku, tevahiya hûrgilî û datayên taybet bi dahat û xerciyan bi awayeke şefaf di dema diyalogê de li gel aliyên siyasî yên Îraqê de bi taybetî komîteya darayî ya parlementoya Îraqê hatine pêşkêşkirin û amadebûna herêma Kurditanê jî bo rêkeftinek li ser esasê destûr û zagonên berkar diyar kiriye û diyalog jî berdewam dibin heta digehêjin bi rêkeftineke goncaw.

Di berdewamiya civînê de wezîrê pilandanînê behsa amadekarî û pêngavên amade kirina proje qanûna bûdceya herêma Kurdistanê bo sala 2021an yaku qonaxên baş jî derbas kiriye û di pêşerojê de tê pêşkêşkirin, kir.

Di rojeva duyem ya civînê de Serokê fermangeha hemahengî û venêrînê û Sekreterê komîteya cîhbicîh kirina proje qanûna reforman, raportek derbarê astê cîhbicîh kirina biryarê taybet bi ( qanûna reforman di mûçe, dermale, bexşîn anjî lêxweşbûn, îmtiyazat û teqawîdî) pêşkêş kir. Pişt re têbînî û pêşniyar hatin pêşkêşkirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku lazime lez were kirin û tevahiya xalên proje qanûna reforman werin cîhbicîhkirin bo dabîn kirina dadmendî û berejwendiyên giştî.
Top