• Tuesday, 02 July 2024
logo

Bi armanca darizandina wê, Tirkiye jinekê ji Efrînê vediguhêze Tirkiyê

Gulan Media February 11, 2021 Nûçe
Bi armanca darizandina wê, Tirkiye jinekê ji Efrînê vediguhêze Tirkiyê
Desthilatên Tirkiyê jineke kurd a Êzidî bi armanca darizandina wê li gor yasayên Tirkiyê, ji Efrînê veguhast Tirkiyê.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê belav kir, jina Êzidî ya 45 salî Xezalê Selmo a 45 salî ku zêdetir ji 2 mehan ve ji aliyê grûpa çekdar Feyleq El-Şamê ve hatiye revandin û di heyama borî de rastî eşkenceyên hovane hatibû, desthilatên Tirkiyê ji çend rojan ve ew veguhastiye Tirkiyê ji bo wê dadgeh bikin.

Xezala Selmo ligel 10 kesên roja 4.12.2020an ji gundê Basûfanê yê navçeya Şêrewa hatibûn revandibûn û ew bi teqandina otomobîleke çekdarekî wê grûpê hatibûn tometbarkirin. Çekdaran piştî demekê ew 10 kes berdabûn û tenê Xezalê Selmo hîştibûn. Li gor zanyariyên wê rêxistina mafên mirovan jî, Xezalê ji bo zîndanên Tirkiyê hatiye veguhastin.

Her di wê derbarê de û li gor zanyariyên rêxistina Êzdîna, Xezalê Selmo di heyama revandina wê ji aliyê grûpên çekdar ve, rastî gelek eşkenceyên hovane hatibû.

Ev di demeke ye, Rêxistina Human Rights Watch (HRW) hefteya borî di raportekê de rexne li desthilatên Tirkiyê girtibû û ew tometbar kiribû ku wê hejmarek mezin ji welatiyan ji herêmên bakurê Sûriyê yên dagîr kirine, veguhastine Tirkiyê û dixwaze wan li gor yasayên Tirkiyê bide darizandin.

HRW dibêje, li gor “Rêkeftina Cenêvê ya Çaremîn” veguhastina van kesan li dijî erkên Tirkiyê ye wek dewleteke dagîrker.

Ew rêxistina çavdêrîkirina mafên mirovan daxwaz dike, “Divê rayedarên Tirkiyê veguhastin, binçavkirin û darizandina welatiyên Sûriyê li herêma dagirkirî rawestîne û divê wan hemû girtiyan vegerîna herêmên wan li Sûriyê.”

K24
Top