Washington ji Tirkiyê dixwaze Osman Kavala azad bike
![Washington ji Tirkiyê dixwaze Osman Kavala azad bike](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/1613028581osman-kavala.jpg )
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Prîce daxuyaniyek da û diyar kir, tometên dadgehên Tirkiyê li Osman Kavala kirine ne rast in, derengxistina darizandina wî û tevlîhevkirina doza wî bi dozên din re, bêrêiya li yasa û demokrasiyê ye.
Ned Prîce bang li Tirkiyê kir, rêzê li biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bigire û Osman Kavala dimildest serbest berde.
Çalakvan û karsaz Osman Kavala ji sala 2017 'an û vir ve ji aliyê desthilatên Tirkiyê ve bi tometa bi hewldana darbeya sala 2016'an û sîxurê siyasî tê girtin û eger li ew li tometên xwe mikur were dê cezayê zîndanîkirina heta bi hetayê lê bê birîn.
Ev di demekê de ye, berî du rojan zêdetir ji 50 senatorên Amerîkî di nameyekê de daxwaz Serokê Amerîka Joe Biden kirin, fişarê li Tirkiyê bike ji bo rewşa mafên mirovan baş bike.
K24