Li kampeke Almanyayê ciwanekî Kurd hat kuştin
![Li kampeke Almanyayê ciwanekî Kurd hat kuştin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/1612985090dastger.jpg )
Li gor zanyariyên Dezgeha Lûtke, duh ciwanekî Kurd ji aliyê penaberekî Ereb ve hat kuştin. Hat diyarkirin ku ew her du ciwan, berê di navbera wan de kêşe û pevçûn rûdaye.
Penaberê Kurd di temenê 27 salî de bûye û ji xelkê bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bû. 5 sal in li kampeke Almanyayê dijiya û li benda wergirtina mafê penaberiyê bûye.
Piştî ku di navbera wî û paneberê Ereb de şerê devkî derketiye, penaberê Ereb bi kêrê êrîşî wî kiriye û ew kuştiye. Kujer kesekî Iraqî ye û 33 salî ye. Niha ji aliyê polîsê Almanyayê ve hatiye desteserkirin.
Herwiha li gor zanyariyên Dezgeha Lûtke, penaber û koçberên li kampên welatê Almanyayê bi giştî di rewşeke xirab de ne û ji ber ku çend netewên cuda di heman cihî de dimînin, gelek caran şer û pevçûn di navbera wan de çêdibin.
K24