• Monday, 01 July 2024
logo

Siyasetmedarekî kurd: PKK roleka baş bo berfirehbûna desthilata Tirkiyê dilîze

Gulan Media February 11, 2021 Nûçe
Siyasetmedarekî kurd: PKK roleka baş bo berfirehbûna desthilata Tirkiyê dilîze
Siyasetmedarekî kurd dibêje, PKK bûye darê destê dijminan û roleka baş bo berfirehbûna desthilata Tirkiyê dilîze.

Wezareta berevaniya Tirkiyê ragihand, wan li çiyayê Gare li parêzgeha Duhok ya Herêma Kurdistanê li dijî çekdarên PKKê operasiyonek mezin dane destpêkirin. Niha li wê devera Herêma Kurdistanê şer heye.

Li ser vê mijarê, siyasetmedarê kurd Dîndar Doskî ji BasNewsê re got, her gava artêşa Tirkiyê derbasî cihekî dibe derketina wê zehmet e. Îhtimal heye ew hêzên ku li ser çiyayê Gare danîne, kêm bikin lê bi texmîna min dê li wir bingeheka serbazî çêbikin.

Dîndar Doskî her wiha got, mixabin PKK niha bûye darê destê dijminan û roleka baş bo berfirehbûna desthilata Tirkiyê dilîze. Eger PKK li wan deran nebe Tirkiye ti carî nikare hêzên xwe li wan deran bicîh bike, ji ber ku li dijî qanûnên navdewletî ye. Lê niha bi behaneya wê yekê ku “asayişa min di metirsiyê de ye û Iraq jî nikare sînorên xwe biparêze, loma ez xwe diparêzim”, derbasî nav xaka Herêma Kurdistanê dibe.

Wî siyasetmedarî anî ziman, li ku derê PKK hebe Tirkiye dê êrişî wir bike. Ji xwe artêşa Tirkiyê ji ber PKKê derbasî Efrîn û deverên din yên Kurdistana Sûriyê bû. Helbet bi sûda rêjîma Sûriyê jî bû, çimkî Sûriyê jî dixwast kurd lawaz bibin. Sûriye rêjîmeka şovenîst e û ji wê re Tirkiye ji kurdan baştir e.

Basnews
Top