Mesrûr Barzanî behsa rewşa niha Herêma Kurdistanê û guftûgoyên ligel Hikûmeta Iraqê dike
![Mesrûr Barzanî behsa rewşa niha Herêma Kurdistanê û guftûgoyên ligel Hikûmeta Iraqê dike](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/1612945106maxresdefault.jpg )
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 10.2.2021an di konferanseke rojnamevanî de behsa rewşa niha Herêma Kurdistanê û dawî pêşhatên guftûgoyên ligel Hikûmeta Federalî dike.
Her îro jî, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive.
Li gor Fermangeha Medya û Zanyariyan, pêşhatên vê dawîyê yên projeybudceya federalî û Herêmê ya sala 2021an û asta bi cihanîna biryarên taybet bi çaksaziyê, mijarên sereke yên civîna îro ya Encûmena Wezîran in.
Ev di demekê de ye, şandeya bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rêkeftina li ser projeyasaya budceya 2021an a Iraq û pişkê Herêma Kurdistanê di çend hefteyên borî de hejmarek civîn ligel Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê, berpirsên bilin ên Hikûmeta Iraqê û aliyên siyasî kiribûn.
K24