Berdevkê hikûmeta Iraqê: Mesela pişka Kurdistanê dê çend rojên din were yekalîkirin
![Berdevkê hikûmeta Iraqê: Mesela pişka Kurdistanê dê çend rojên din were yekalîkirin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/12b987d516e749e10331936026e562de_L.jpg )
Berdevkê hikûmeta Iraqê, Hesen Nazim duhî di civîneka rojnamevaniyê de ragihand, hikûmeta Iraqê li ser bingeha rêkeftina Hewlêr û Bexdayê, pişka Herêma Kurdistanê di reşnivîsa qanûna bûdceya sala 2021 de destnîşan kiriye û Herêma Kurdistanê jî şert û mercên Bexdayê qebûl kiriye.
Hesen Nazim her wiha got, dê çend rojên din dosyeya pişka Kurdistanê were yekalîkirin.
Berdevkê hikûmeta Iraqê behsa nakokiyên komîsyona darayî ya parlementoya Iraqê û hikûmetê kir li ser bûdcê bi taybet pişka Kurdistanê û got, hikûmet jî nêrîna xwe heye û komîsyona darayî jî nêrîna xwe heye. Hikûmetê li ba xwe ew mesele yekalî kiriye. Emê nêrîn û pêşniyarên komîsyona darayî binirxînin. Mesele dê di nav çend rojên bê de were zelalkirin.
Komîsyona darayî ya parlementoya Iraqê daxwaz kiriye pişka Kurdistanê were guhertin û ew nefta ku divê Kurdistan bide Bexdayê jî , divê were zêdekirin.
Meha Kanûna sala 2020, hikûmetên Kurdistan û Iraqê li ser bûdceyê li hev kirin. Biryar hat dayîn Kurdistan li hember teslîmkirina rojane 250 hezar bermîl neft, %12.67 bûdceya Iraqê werbigire.
Basnews