• Tuesday, 02 July 2024
logo

26 leşkerên rejîmê hatin kuştin

Gulan Media February 10, 2021 Nûçe
26 leşkerên rejîmê hatin kuştin
11 terorîstên DIŞIê jî hatine kuştin.
DIŞI êrîşî ser wan kiriye.

Li herêma Dêrazorê terorîstên DIŞIê êrîşeke mezin birin ser hêzên leşkerî yên rejîma Sûriyeyê.

Di vê derbarê de navenda mafên mirovan ya Sûriyeyê belav kiriye ku duhê bi şev terorîstên DIŞIê li navçeya Meyadîn ya li Rojhilatê Dêra Zorê êrîşeke mezin birine ser hêzên leşkerî yên rejîma Sûriyeyê.

Navenê ev yek eşkere kiriye ku di encama êrîşa han de herî kêm 26 leşkerên rejîmê hatine kuştin û bi dehan leşkerên din jî birîndar bûne.

Her di heman êrîşa han de 11 terorîstên DIŞIê jî hatine kuştin.
Top