• Monday, 01 July 2024
logo

Rêveberekî Gorran: Parlamenterên kurd ên pirsgirêkên Kurdistanê dibin Bexdayê xeletiyek mezin dikin

Gulan Media February 10, 2021 Nûçe
Rêveberekî Gorran: Parlamenterên kurd ên pirsgirêkên Kurdistanê dibin Bexdayê xeletiyek mezin dikin
Rêveberekî Tevgera Gorran hişyarî da parlamenterên kurd ên neyarê herêma Kurdistanê û ragehand ku birina pirsgirêkên herêma Kurdistanê bo Bexdayê xeletiyekî mezine.

Berpirsê rêxistina Rayele ya Pêşmergeyên kevin a Tevgera Gorran Şêx Kamîl Nûrî ji BasNewsê re ragehand, parastina pêkhateya herêma Kurdistanê erkê ser milê hemû kurdane. Ji ber ev pêkhateye me bibingeh kiriye û hêviya sedan sal a kurdan e û di dirêjayiya dîrokê de kurdan li kuderê pêkhateyekî hebûye bi planên dijmin jinav çûye û nemaye. Ji ber wê vê pêkhateya naha heye xwîna bi hezaran Pêşmerge bo hatiye rijandin û bi asanî nehatiye damezrandin. Ji ber rejîmeke dîktator a wek rejîma Beis, komkujiyê gelê kurd kiriye û welatê me wêran kiriye. Lê kurdan ew zulm qebûl nekiriye û dijî wê rejîmê rawestane, ku ji bin şovenîzma ereban de derkeve. Ji ber wê pêwîste ev pêkhateye bi xweşikî bê parastin û em rê nadin ti kesek jî wê biçûk bike.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Eger pêkhateya herêma Kurdistanê bi planên navxwe yan derve ji nav biçe xedreke mezine û kareke metirsîdare. Herçend ew hewldan sernekeve jî lê armanc ew e kurd paşbixin û ziyaneke mezin bidin kurdan. Ji ber wê bi hemû vê rewşa xwe ve ku ji ber krîzan em tengav bûne, hebûna pêkhateya gelê kurd serbilindiye.’’

Rêveberê Tevgera Gorran amaje bi wê yekê jî kir, raste kêmasiyên pêkhateya me heye, lê divê em rûnên û pêngav bo çareseriyê bavêjin, herçend em ji vê rewşê nerazîbin jî hebûna pêkhateya me gelek baştir ji nebûna wê. Eger pêkhateya me ya herêma Kurdistanê nebe, wekî ku em li ser agir bin dê wisa be. Lê hebûna herêma Kurdistanê cîhê hêviyê ye bo gelê kurd. Ji ber eger hewla jinavbirina wê pêkhateyê bê dayîn, careke din ew pêkhate nayê ava kirin.

Şêx Kamîl Nûrî dibêje ew parlamenterên kurd ên li Bexda kar bo biçûk kirina pêkhateya herêma Kurdistanê dikin, kareke xelet dikin, ji wê jî xelettir ew e, pirsgirêkên navxwe dibin Bexdayê. Eger ew dixwazin pirsgirêkên me çareser bikin, gelek baştire nav xwe de fişarê ava bikin. Em navxwe de dikarin rexneyan bikin, ne wek li Bexda bi xirabî behsa herêma Kurdistanê bikin.’’

Basnews
Top