Pentagonê derbarê sîstema S-400 de bang li Tirkiyê kir
![Pentagonê derbarê sîstema S-400 de bang li Tirkiyê kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/561935Image1.jpg )
Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) John Kirby, di kongreyeke rojnamevaniyê de behsa mijara sîstema parastina asmanî ya S-400 kir ku Tirkiyê ji Rûsyayê kiriye û bûye krîzekê di navbera herdu welatan de.
Kirby dibêje, sîstema S-400 ne li gor pabendbûna Tirkiyê ya bi NATOyê ye û got, “Helwesta me ya li hember sîstema S-400 neguheriye.”
John Kirby behsa bernameya firokeyên F-35 jî kir û ragihand, ji ber ku sîstema S-400 ne li gor F-35an e, wan Tirkiye ji programê derxist.
Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîka herwiha careke din bang li Tirkiyê kir ku dest ji sîstema S-400 a Rûsî berde.
Ev di demekê de ye, wek cezayek li hember kirîna sîstema Rûsî, Amerîka rê nade ku ti çekek Amerîkî bi Tirkiyê bê firotin û molet a vê yekê nade Tirkiyê û bo wê yekê pişta xwe bi yasayyeke girê dide ku sala 2017 Kongrêsê pesend kiriye.
Berdevkê Pentagonê herwiha da xuyakirin ku Tirkiyê hevbeşê wan ê girîng e û pêgeheke giring di NATOyê de heye û di nava 10 salên borî de gelek derfet hebûne ku sîstema Patriot bikire lê wan sîstema Rûsî kirîne ku ew yek li dijî pabendiyên NATOyê ye.
Rudaw