• Saturday, 20 July 2024
logo

Rapor: 10 hezar endam û 100 milyon dolarê DAIŞê hene

Gulan Media February 6, 2021 Nûçe
Rapor: 10 hezar endam û 100 milyon dolarê DAIŞê hene
Rêxistina terorê ya DAIŞê ku hê jî li Iraq û Sûriyê hebûna xwe didomîne, di van her du welatan de 10 hezar endamên wê hene.

Neteweyê Yekbûyî ragihand ku rêxistina terorê ya DAIŞê li Iraq û Sûriyê hebûna xwe didomîne û 100 milyon dolar diravên wê hene.

Li gor rapora Desteya Dorpêçkirina DAIŞ û El Qaîde ya Encûmena Asayîşê ya Neteweyên Yekbûyî, hê jî nêzîkî 10 hezar endamên DAIŞê yên çekdar li Sûriye û Iraqê hene.

Di raporê de hatiye eşkerekirin ku piraniya endamên DAIŞê li Iraqê û bal kişandiye ser wê yekê ku şaneyên rêxistinê, bi rêya xerac, revandin û fîdyeyê, pereyan berhev dike.

Herwiha di raporê de hatiye diyarkirin ku rêxistina DAIŞê bi rêya torên fînansê yên nefermî pere dabîn dike û li gor texmînan 100 milyon dolar pereyên wê hene.


K24
Top