• Saturday, 20 July 2024
logo

Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê: Çîn 5 hezar vaksînên Koronayê pêşkêşî Kurdistanê dike

Gulan Media February 6, 2021 Nûçe
Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê: Çîn 5 hezar vaksînên Koronayê pêşkêşî Kurdistanê dike
Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê ragihand, hikûmeta Çînê kujmek vaksîna Koronayê dide Herêma Kurdistanê.

Wezîrê tenduristiya Kurdistanê, dr. Saman Berzencî ji BasNewsê re got, hikûmeta Çînê 5 hezar lib vaksîna Koronayê pêşkêşî Herêma Kurdistanê dike.

Dr. Saman Berzencî her wiha got, emê di demek nêzîk de wan vaksînan derbasî Herêma Kurdistanê bikin. Ew kujma vaksînê têra 2500 kesan dike, ji ber ku her kesek du caran tê vaksînkirin.

Wezîrê tenduristiyê anî ziman jî, vaksîna Çînî ya bi navê “Sinopharm” ji aliyê Iraqê ve hatiye pesendkirin, ji ber wê Herêma Kurdistanê jî dê bikar bîne.

Basnews
Top