• Saturday, 20 July 2024
logo

Îraq daxwazeke Îranê red kir

Gulan Media February 6, 2021 Nûçe
Îraq daxwazeke Îranê red kir
hevpeymaniya cîhanî ya cîhên dîrokî, vê taxa Kesra nûjen bike.
Îran xwestibû cîheke dîrokî nûjen bike.

Beriya mehekê rayedarên Îranê bi taybetî rayedarên wezareta çandî û kar û hunerên destî ya Îranê daxwazek li dor nûjen kirina Taxa Kesra yaku bi Taqa Kesra tê nasîn û li Başûrê Îraqêye, pêşkêşî rayedarên Îraqî kiribûn.

Îro rayedarên Îraqî jî bi taybetî wezareta rewşenbîriya Îraqê bi fermî ragihand ku ev daxwaza Îranê red kiriye û qebûl nakin psporên Îranî taxa Kesra nûjen bikin.

Kesra cîheke diyar û berçave di nava dîroka Îraqê de, herwiha cîheke torîstîkiye li Başûrê Îraqê, di sala 540 hatiye damezrandin, pişt re ji aliyê Misilmanan ve di sala 637an de hatiye dagîrkirin û misilman jî ev cîh kirine mizgeft.

Hevpeyaniya cîhanî ya bo parastina cîhên dîrokî jî bi qasî 700 hezar dolar bo nûjen kirina taxa Kesra amadekiriye.
Top