• Saturday, 20 July 2024
logo

Daxwaz ji NY tê kirin bêdeng nebe

Gulan Media February 5, 2021 Nûçe
Daxwaz ji NY tê kirin bêdeng nebe
daxwaz dikin girtî werin azadkirin.
Dibêjin li hember girtina welatiyên Kurd bêdeng nebe.

Ew demêke operasiyonên girtin û binçav kirina welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê destpê kirine û hîn jî didomin.

Li gor zaniyariyên berdest heta niha di encama wan operasiyonan de hijmareke zêde welatiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatine girtin û piraniya wan jî çalakvanên warên curbicurin.

Li ser vê mijarê zêdetir ji 36 sazî û dezgehên medenî daxuyaniyeke hevbeş belav kirine.

Di daxuyaniya han de ew saziyên han daxwaz ji Netewên Yekgirtî û aliyên din yên têkildarî mafên mirovan yên cîhanî kirine daku li hember operasiyonên girtina welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de bêdeng nebin û zextan li rejîma Îranê bikin daku operasiyonan rawestîne û kesên girtî jî azad bike.
Top