• Saturday, 20 July 2024
logo

Bavê parlamenter Aram Baleteyî xwe kuşt

Gulan Media February 5, 2021 Nûçe
Bavê parlamenter Aram Baleteyî xwe kuşt
Nacî Baleteyî, bavê parlamenterê PDKê Aram Baleteyî, li mala xwe ya li Duhokê dawî li jiyana xwe anî. Tê gotin ku ji ber rewşa tendirustiya kurê xwe ku zêdetirî 2 meh in di nexweşxaneyê de ye, rewşa derûniya Nacî Baleteyî têk çûbû.

Berdevkê Polîsê Duhokê Hêmin Silêman ji Rûdawê re ragihand, îro, 04/02/2021, Nacî Baleteyî, bavê parlamenterê PDKê li parlamentoya Iraqê Aram Baleteyî, li mala xwe ya li Duhokê xwe kuşt.

Nacî Baleteyî, sala 1952an li bajarê Duhokê jidayîk bû. Di Şoreşa Gulanê de bû Pêşmerge û hejmarek berpirsyarî wergirtin. Dawîn berpirsyarî jî di sala 2005an de wergirt û bû Kargêrê Liqa 20 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Şêxan.

Nacî Baleteyî ku temenê wî 69 sal bûn, jibilî Aram Baleteyî ku Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ye li parlamentoya Iraqê, bavê keçekê ye.

Derbarê sedema xwekuştinê de jî tê gotin ku ji ber rewşa xirab a tendirustiya kurê wî, van heyamên dawîn guşareke zêde li ser derûniya Nacî Baleteyî çê bûbû.

Herwiha ev bûyer di demekê de, parlamenter Aram Baleteyî berî 2 meh û 15 rojan li Bexdayê bi vîrusa Coronayê ketibû û 10 roj piştî vegera bo Duhokê, rewşa wî ya tendirustî têk çûbû û bo nexweşxaneyê hatibû rakirin.

Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê heta niha jî rewşa tendirustî ya Aram Baleteyî ber bi başbûnê ve neçûye û tenê bi îşaretan peywendî li gel tê danîn û nikare biaxive.

Rudaw
Top