• Saturday, 20 July 2024
logo

Parlemen ne xwedan desthilate bi bûdceyê bilîze

Gulan Media February 5, 2021 Nûçe
Parlemen ne xwedan desthilate bi bûdceyê bilîze
dibêje bila madeya 62 li ber çav bigire.
Dibêje li gor destûrê ne pîwerdariya parlementoyêye kar li ser bûdceyê bike.

Endamê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê Hoşiyar Zêbarê li ser hesabê xwe yê taybetî li twitterê ragihand ku ne pîwerdariya parlementoya Îraqê ye ku bi bûdceya 2021an ya federalî bilîze.

Zêbarî diyar kiriye ku li gor destûra bingehîn ya Îraqê pîwerdariya hikûmet amade kirina proje bûdceyê ye û pîwerdariya parlementoyê jî wenêrîn kirin û pejrandin anjî red kirina projeyê ye, lê na maf û pîwerdariya parlementoyê ye ku bi proje bûdceyê bi taybetî bi para herêma Kurdistanê bilîze.

Nav hatî diyar kiriye ku lazime parlementoya Îraqê madeya 62 ya destûra bingehîn ya Îraqê liber çav bigire û ji niha û pêde neteweperestiyê neke.
Top