• Saturday, 20 July 2024
logo

Cîgirê Seroê herêmê û Konsulusê Holendayê civiyan

Gulan Media February 5, 2021 Nûçe
Cîgirê Seroê herêmê û Konsulusê Holendayê civiyan
civîn li Qeredaxê hatiye lidarxistin.
Behsa rewşa deverê kirin.

Îro pêncşem li devera Qeredaxê Cîgirê Serokê herêma Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa pêşwaziya Konsulusê giştî yê Holendayê yê li Hewlêrê Hans Akerboom kir.

Di civînê de her du aliyan behsa rewşa giştî ya deverê, rewşa Îraqê, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û herwiha metirsiyên dubare serî hildaran terorîstên DIŞIê kirin.

Di berdewamiya civînê de giftûgo li ser hevkarî û hemahengiyên navbera Kurdistanê û Holendayê bi taybetî di ware beşdarî kirina kompaniyên Holendî yên bo vejandina jêrxana abûrî û kerta çandiniyê ya Kurdistanê kirin.

Weke tê zanîn Holenda beriya niha biryar dabû daku di warê çandiniyê de hevkariya hikûmeta Kurdistanê bike.
Top