• Saturday, 20 July 2024
logo

Demirtaş ji heft partiyan re peyam şand

Gulan Media February 5, 2021 Nûçe
Demirtaş ji heft partiyan re peyam şand
Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) peyamek ji heft partiyên opozisyona Tirkiyê re şand û di vê peyama xwe de ji bo “vegerandina aştî û istiqrarê bo Tirkiyê” daxwaza karê hevbeş ji wan kir.

Parlamenterê HDPê Mehmet Rûştû Tiryakî, ew peyama Demirtaş gihandiye Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, Serokê Partiya DEVA Alî Babacan, Serokê Partiya Saadetê Temel Karamullaoglu, Serokê Partiya Rênberên Tirkiyê Ercumen Akdenîz, Serokê Partiya Karkerên Tirkiyê Erkan Baş û Encûmena Serkirdatiya Partiya Çep a Tirkiyê.

Selahattin Demirtaş di peyama xwe de dibêje: “Kontrola tevahiya dadgehan di destê desthilatê de ye, her bi rêya dadgehan hegemoniya xwe disepîne li ser tevahiya bineyên desthilatê û hewla bêdengkirina tevahiya dengên nerazî dide.”

Demirtaş referanduma 2017an û hilbijartinên sala 2018an bi bîr tîne û dibêje: “Bi rêya dadgehan karîn pirsên siyasî yekalî bikin û dadgehê bikin keresteya siyasî ji bo armanc û berjewendiyên xwe yên taybetî.”

Di peyama xwe de Demirtaş amaje bi biryar û daxwazên Dadgeha Bilind a Mafên Mirovan a Ewropayê ji bo azadkirina xwe dike û dibêje: “Dadgehan bi rênimaya desthilatê, ew daxwaz red kirin.”

Hevserokê berê yê HDPê amaje bi dosyeya Kobaniyê jî kiriye û ragihandiye: “Desthilatê dîsan bi rêya dadgehan gelek fişar xiste ser HDPê û berdewam e jî li ser wan fişarên xwe û medyayên xwe jî erkdar kiriye, jibo ku HDPê bi alîgiriya terorê tometbar bikin û bi vî awayî bêtir xelkê dixapîne û armanc ji wî karî jî ji hev cudakirina HDPê ye, ku desthilat baş dizane lawazkirina HDPê lawazkirina opozisyonê ye.”

Di dawiya peyama xwe de, Selahattin Demirtaş daxwazekê ji partiyên opozisyonê yên li Tirkiyê dike û daxwaz ji wan dike, “bi wêrekî ji bo rûbirûbûna desthilatê û vegerandina aştî û istiqrarê bo Tirkiyê” dest bidin hev.

Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ji sala 2016an ve li bajarê Edîrnê di girtîgehê de ye.

Demirtaş di destpêka meha Sibata 2020an de li rojnameya Yeni Yaşam a Tirkî goşeyek (kuncikek) wergirt û her heftiyê gotarekê belav dike. Di dawiya sala 2019an de jî dest bi kêşana karîkatoran ji bo kovara Leman kir.

Demirtaş ji dema ku ketiye zindanê û heta niha sê pirtûk bi navnîşanên Leylan, Dewran û Seher nivîsiye û çap kirine, ew wêneyên ku kişandine jî li ser torên civakî hatine belavkirin.

Heta niha çend caran daxwaza azadkirina Selahattin Demirtaş hatiye kirin. Li gor biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê, divê Demirtaş bihatiba berdan, lê belê hikûmeta Tirkiyê wê yekê red dike.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), beriya çend rojan li ser helwesta beramber biryara derbarê Selahattîn Demîrtaş de daxwaza zelalkirinê ji Tirkiyê kir.

Daîreya Mezin ya DMME roja 22ê Berfenbara (Kanûn) 2020an biryar dabû ku Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş demildest bê berdan.

Lê belê hikûmeta Tirkiyê biryara dadgehê red kir û Dozgeriya Giştî ya Tirkiyê derbarê Demirtaş de dozek nû bi navê doza bûyerên Kobaniyê vekir.

Herwiha Nûnerên fraksiyonên sereke yên li Parlamentoya Ewropayê (PE), nameyek ji balyozên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) re şandin û daxwaz kirin ku ji bo azadkirina Demîrtaş hemû derfetên xwe seferber bikin.

Lijneya Giştî ya Parlementoya Ewropayê (PE) jî berî niha jî li ser vê mijara “rewşa girtina Selahattîn Demîrtaş û girtiyên siyasî yên din” civînek lidar xist û civînê de pêşnûmebiryarek hat pesendkirin ku tê de tê xwestin, Demîrtaş demildest bê berdan.

Rudaw
Top