• Saturday, 20 July 2024
logo

Mesrûr Barzanî hevsozî û piştevaniya xwe ji berketî û nexweşên şêrpenceyê re dûpat kir

Gulan Media February 5, 2021 Nûçe
Mesrûr Barzanî hevsozî û piştevaniya xwe ji berketî û nexweşên şêrpenceyê re dûpat kir
Îro roja pêncişemê Serokwezîr Mesrûr Barzanî di roja cîhanî ya şêrpenceyê de peyameke belav kir û tê de hewsozî û piştevaniya xwe ji bo berkerî û nexweşên şêrpenceyê dûpat kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser Twitterê ragihand: ‘’Di roja cîhanî şêrpenceyê de, hewsozî derdibirim ligel ew kesên ji şêrpenceyê baş bûne û ew kesên hîn jî ligel vê nexweşiyê berxwedanê dikin û ew kesên ji nava me bar kirine. Hikûmeta min pabende bi alîkariya nexweşên weka Jale û malbata wê.’’

Mesrûr Barzanî di peyamekê de aşkere kir di heyama saleke dawî de mîqdarê zêdetir ji 60 milyon dolar me li sindoqa şêrpenceyê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê xerc kir ji bo çavkaniya pêwîst bixine ber destên tîmên pizîşkîan ji bo çareserkirina nexweşiyên şêrpenceyê.

Herweha Barzanî dibêje: ‘’Em dizanin ji bo nexweşên şêrpenceyê gelek palpiştiyên cûrbicûr pêwîst e. Her boye pêşkeşkirina çareserî di vê senterê bê beramber e, xizmetguzarîya tenanet pêşkeş bi xelkê herêmên din ê Iraqê jî dike û her derfetekê de me palpiştiya darayî jî pêşkêş kiriye.’’

Basnews
Top