• Saturday, 20 July 2024
logo

Amerîka zêdetir ji 9 miliyon dolar dide Îraqê

Gulan Media February 5, 2021 Nûçe
Amerîka zêdetir ji 9 miliyon dolar dide Îraqê
Amerîka dibêje em piştîvaniya demokrasiya Îraqê dikin.
Bo piştîvanî kirina hilbijartinan pere dide Îraqê.
Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê îro pêncşem ragihand ku hikûmeta Amerîkayê piştîvaniya hilbijartinên pêşwext yên Îraqê û bihêztir kirina demokrasiya Îraqê dike.
Di daxuyaniya balyozxaneyê de hatiye diyarkirin ku vê hikûmeta Amerîkayê 9.7 miliyon dolar pere bide hikûmeta Îraqê daku karûbarên hilbijartinê pê cîhbicîh bike.
Balyozxaneyê eşkere kiriye ku ev pere bo hilbijartinên pêşwext û bihêztir kirina demokrasiya Îraqê ji hikûmeta Îraqê re têne dayîn.
Weke tê zanîn beriya niha hikûmeta Îraqê biryar dabû daku di meha Hezîranê de hilbijartin were kirin lê pişt re ev biryar hate guhertin û biryar hate dayîn ku di dawiya Cotmehê de hilbijartin werin kirin.
Top