• Saturday, 20 July 2024
logo

Sîrwan Barzanî: Hevpeymanan li Qereçûxê pênc caran DAIŞ bombebaran kirin

Gulan Media February 4, 2021 Nûçe
Sîrwan Barzanî: Hevpeymanan li Qereçûxê pênc caran DAIŞ bombebaran kirin
Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, careke din cihên xweveşartinê yên DAIŞê yên li çiyayê Qereçûxê bombebaran kirin.

Serperiştyarê Mîhwera Mexmûr – Giwêr ê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Sîrwan Barzanî ragihand; firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, di nav 72 demjimêrên borî de 5 car cihên xweveşartinê yên DAIŞê yên li çiyayê Qereçûxê bombebaran kirin.

Sîrwan Barzanî diyar kir ku li gor zanyariyên li ber dest, di encama wan bombebaranan de, hejmarek çekdarên DAIŞê hatine kuştin. Herwiha depoyeke mezin a çek dû teqemeniyan a DAIŞê hatiye teqandin.

Giwêr – Mexmûr zêdetirî 50 kîlometre li başûrê rojhilatê bajarê Hewlêrê ye.

Rêzeçiyayên Qereçûxê, dikevin navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û Artêşa Iraqê.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ve, ev dever ji ber vekişîna hêzên Pêşmerge û neaktîvbûna hêzên ewlehiyê yên Iraqê, valahiya ewlehiyê tê de çêbûye.

Zêdetirî du sal in, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, cihên xweveşartinê yên DAIŞê yên li wê deverê bombebaran dikin.

Di salên borî de hêzên ewlehiyê yên Iraqê li wan deveran çend operasyon encam dan, lê nekarîn bi temamî rêzeçiyayên Qereçûxê kontrol bikin. Çekdarên DAIŞ ji şikeft û çêkirina tunelan sûd werdigrin û xwe tê de vedişêrin.

K24
Top