• Saturday, 20 July 2024
logo

Dorpêça li ser Şehba û taxên Kurdan yên Helebê hatiye sistkirin

Gulan Media February 4, 2021 Nûçe
Dorpêça li ser Şehba û taxên Kurdan yên Helebê hatiye sistkirin
Li gor zanyariyên çavkaniyên xwecihî ku ji Rûdawê re ragihandin şeva borî, dorpêça li ser herêma Şehbayê û Şêx Meqsûd, bi şêweyekî beşî hatiye rakirin.

Dîmen ji nav taxa Şêx Meqsûd a Helebê ku piraniya nişteciyên wê Kurd in hatine kişandin. Kamereman Hemûde Kebeg kişandine û roja 19ê çile belav kiribûn.

Rêveberiya Xweser hikûmeta Sûriyê bi dorpêçkirina vê taxê, ligel Eşrefiyê û herêma Şehbayê tohmetbar dikir.

Li gor Rêveberiya Xweser, hikûmeta Sûriyê rê li pêş gihiştina sûtemeniyê, wekî mazot û gazê û herwiha ard û pêdawîstiyên din girtibû.

Li hember vê dorpêçê, hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser, herdu çargoşeyên ewlehiyê yên hikûmeta sûriyê li Hesekê û Qamişlo dorpêç kiribûn.

Omar Rehmûn, endamê Komîteyên Haştbûna Niştimanî, bi ser hikûmeta Sûriyê, ji Rûdawê re got ku hikûmeta Sûriyê tax û navçeyên li jêr kontrola HSD dorpêç nekirine.

Omar Rehmûn, Endamê Komîteyên Haştbûna Niştimanî, dibêje, “Dema dorpêça HSD ji bo Qamişlo û Hesekê dest pê kir ne Eşrefiyê û ne Şêx Meqsûd û nejî taxên li jêr kontrola HSD, ku di nav navçeyên li jêr kontrola Dewletê ne, ne dorpêçkirî bûn û ne jî kesî digot ku Eşrefiyê û Şêx Meqsûd û ev navçe dorpêçkirî ne. Ev sedem vê dawiyê hatin gotin, piştî 20 rojan ji dorpêça ku HSD sepand. Ev sedem nayên bawerkirin, ji ber ku bi rastî dewletê ew tax li jêr kontrola HSDê ji tiştekî bêpar nekirine û dorpêç li ser wan ne sepandiye, ew tax li nav herêmên li jêr kontrola Dewletê ne.”

Rûdawê pêwendî bi çend çavkaniyan li herêma Şehbayê û taxa Şêx Meqsûd kir. Li gor wan çavkaniyan, şeva borî, dorpêça li ser herêma Şehbayê û Şêx Meqsûd, bi şêweyekî beşî hatiye rakirin, û tekez kirin ku, 30 tankerên mazotê gihiştine taxên Helebê û herêma Şehbayê.

Li gor zanyariyên Rûdawê, 4 tanker ji bo taxa Şêx Meqsûd û 26 tanker ji bo Şehbayê hatine şandin. Rêvebriya Xweser jî biryar daye ku her malbatekê 50 lître mazot bilez webigire.

Herwiha ard û gaz ji bo herêma Şehbayê û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatine şandin.

Piştî 23 rojan ji dorpêç û aloziyan di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de, roja sêşemê, piştî rêkeftineke bi navbênkariya Rûsyayê, herdu aliyan tedbîrên li hember hev ragirtin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, şeva duşemê li ser sêşemê, rêkeftin bi beşdariya aliyê Rûsî li Qamişlo hatiye kirin. Lê heta niha şik û guman di navbera herdu aliyan de bi temamî bi dawî nehatine.

Rudaw
Top