• Saturday, 20 July 2024
logo

Li Xurmatû ji ber revandina zarokan binkeyekî PKKê hat daxistin

Gulan Media February 4, 2021 Nûçe
Li Xurmatû ji ber revandina zarokan binkeyekî PKKê hat daxistin
PKK, bi salane di bin navê encûmena Xurmatû ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê de binkeyê xwe li bajarê Xurmatû vekiriye, lê piştî revandina zarokan çend rojeke di bin fişara hemwelatiyên Xurmatû de ye û binkeyê wan ê Xurmatû hate daxistin.

Îro 04.02.2021ê çavkaniyekî agahdar li Xurmatû ji BasNewsê re ragehand: ‘’Dîroka hatine endamên PKKê bo Xurmatû vedigere bo dema Beis û ji sala 2002ê ve li kampa penaberan a Mexmûrê ve dihatin bo Xurmatû karê rêxistinî dikirin. Wê demê ku berpirsê kampa Mexmûrê peyvendiyên wan li gel rejîma Beis hebû, endamên PKK ji wê kampê ve dihatine Kerkûk û Xurmatû û navçeyên din jî. Piştre piştî sala 2003ê PKK li Xurmatû di bin navê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) ve binke vekirin û wê binkeyê de gelek caran civîn li gel xort û ciwanan dikirin, heta wisa lê hat ku gelek ciwan şandin bo Qendîlê û bûn gerîlla.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Êdî ji wê deme ve xelk acizbûn li hember PKKê ku ciwanan dixapîne û wan dişîne bo Qendîlê û wê deme ve jî li taxa Komarî ya Xurmatû PKKê binke vekiriye û di bin navê Tevgera Azadî de di xaniyekî kire de ne. Bi awayekî azad û di bin siya Heşdî Şeibî de karên xwe kirine û heta meha borî du keçên xwandevan ji aliyê endamên PKKê ve bi armanca birina bo Qendîlê hatin revandin, lê berî wan bibin kesûkarên wan zû peyvendî bi aliyên peyvendîdar ve çêkirin û di yek ji rawestgehekî sînorê Silêmanî de ew du keç hatin girtin û anîn bo Xurmatû û radestî kesûkarên wan kirin.’’

Heman jêderê got: ‘’Revandina wan keçan, bû sedem kesûkarên wan û beşek ji hemwelatiyên Xurmatû gelek aciz bibin û bi fişara wan ve jî çend rojeke li Xurmatû binke bi PKKê dan daxistin.’’

Basnews
Top