• Saturday, 20 July 2024
logo

Fraksiyonên Parlamentoya Iraqê ji bo yasaya “tawanên li dijî Êzidiyan” li hev kirine

Gulan Media February 4, 2021 Nûçe
Fraksiyonên Parlamentoya Iraqê ji bo yasaya “tawanên li dijî Êzidiyan” li hev kirine
Fraksiyonên Encûmena Nûneran a Iraqê li ser dariştina yasaya gorên bikomî û yasaya keç û jinên Êzidî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne li hev kirine.

Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê (Parlamento) Hesen Keibî aşkere kir, fraksiyonên parlamentoyê li ser dariştina yasaya gorên bikomî û yasaya keç û jinên Êzidî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne lihev kirine û di dema bê de her du yasa tên pesendkirin.

Ev daxuyaniya Cîgirê Serokê Encûmena Nûneran di çarçova ahengekê de hat ku Komîteya Malbatan a Parlamentoyê bi hevkariya ligel çend rêxistinên nehikumî ji bo rêzgirtin li keç û jinên Êzidî yên ji destê DAIŞê rizgar bûne bi rêk xistibû.

Di dema dagîrkirina Şingalê di Havîna sala 2014an de, DAIŞê nêzîkî 6 hezar zarok, jin û keçên Êzidî revandin. Herwiha hejmareke mezin ji Êzidiyan hatin kuştin û desteserkirin û sedhezaran jî koçber û derbider bûn.

Parlamentoya Iraqê ji bo pesendkirina yasaya keç û jinên rizgarbûyên Êzidî kar dike û di projeyasayê de tawanên li dijî Êzidiyan weke 'jenosîd' tê dîtin û tê gotin ku divê çi "lêborînên giştî yan taybet" tawanbarên vê jenosîdê li xwe negire.

K24
Top