• Saturday, 20 July 2024
logo

‘Divê Tirkiye hebûna YPGê qebûl bike’

Gulan Media February 4, 2021 Nûçe
‘Divê Tirkiye hebûna YPGê qebûl bike’
Berpirsê Weqfa Heinrich Boll Kristian Brakel tekez dike, “Amerîka nikare dest ji YPGê berde û divê Tirkiye hebûna YPG li ser sînoran qebûl bike.”

Berpirsê Komeleya Heinrich Boll Stiftung a li Tirkiyê Kristian Brakel beşdarî bultena 15.00 a Rûdawê bû ku taybet bi Bakurê Kurdistanê û behsa çarenivîsa peywendiyên Tirkiye û Amerîkayê di heyama serokatiya Joe Biden de û helwesta Tirkiyê ya li hember Rojavayê Kurdistanê û hêzên Kurdî kir.

Kristian Brakel di wî wê baweriyê de ku di serdema Jode Biden de jî “peywendiyên di navbera Tirkiye û Amerîkayê de dê wek xwe bimîne û îdareya Biden siyasetên berê yên Amerîkayê berdewam bike.”

Lê Brakel behsa hinek astengiyan dike li ber başbûna peywendiyên herdu aliyan û dibêje, Enqere amadekariya xwe nîşan nedaye ku di siyaseta xwe de guhertinê bike wek û sîstema S-400 a Rûsî ku Tirkiyê kiriye û piştevaniya berdewam a Amerîkayê bo Yekîneyên Parastina Gel (YPG), wek “asteng” dibîne.

Li egera pêkanîna guhertinekê di siyaseta xwe de ji aliyê Tirkiyê ve, wek ku dest ji S-400 berde û Amerîka jî piştgiriya bo YPGê qut an jî kêm bike, Kristian Brakel di wê baweriyê de ye, “Guhertinên mezin dê çênebin, divê Amerîka piştgirya YPGê bike û di heman demê de jî piştgiriya Tirkiyê ji dest nede.”

Braker behsa wê jî dike, egera wê heye ku îdareya Biden di siyaseta navxwe û ya derve de guvaşên zêdetir bixe ser Enqerê.

Li ser mijarên sîstema berevaniya asmanî ya S-400 û bernameya firokeyên F-35, Braker diyar kir ku gelek hewl hatiye dayîn ku çareseriyek ji bo pirsgirêkan bê dîtin û Tirkiye vê sîstemê bi kar neyîne û amaje bi wê jî dike, “S-400 beşek ji peywendiyên di navbera Tiriye û Rûsyayê de jî.”

Braker dibêje, Amerîkayê ragihandiye ku wan hewl dane ku nîgeraniyên Tirkiyê yên derbarê PKK de kêm bikin û tekez dike, “Divê Enqere helwestek nerm nîşan bide û hebûna YPGê ya li ser sînoran qebûl bike.”

Derbarê bandora peywendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser peywendiyên Tirkiye-Amerîkayê jî Braker dibêje, Amerîkayê peywendiyên ciyawaz li gel Tirkiyê hene û “bi hatina Biden hêviyek peyda bûye ku Tirkiye wek ku di serdema îderaya Trump de kiriye, êdî nikaribe ajandaya xwe firehtir bike û pêştir bixe.”

Rudaw
Top