• Saturday, 20 July 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Lazime tevahiya kêşeyên Êzidiyan werin çareser kirin

Gulan Media February 4, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Lazime tevahiya kêşeyên Êzidiyan werin çareser kirin
dibêje emê berdewam dibin li ser xizmet kirina Êzidiyan.
Serokê herêmê li gel çalakvana Êzidî Nadiye Murad civiya.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya çalakvana Kurd ya Êzidî û hilgira xelata aştiya Nobelê Nadiye Murad kir.

Di civînê de Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hewldanên Nadiye Murad yên bo xizmet kirina Êzidiyan bilind nirxand û amade bûna Kurdistanê jî bo piştîvanî kirina her kar û projeyek ku xizmetî Êzidiyan bike diyar kir.

Nêçîrvan Barzanî herwiha diyar kir ku lazime Şingal were awedan kirin û tevahiya kêşeyên Êzidiyên deverê jî werin çareserkirin.

Li hember de jî Nadiye Murad Spasiya Serokê herêma Kurdistanê kir ku berdewame li ser kar kirin bo pêşde birina doseya Êzidiyan.

Di berdewamiya civînê de her du alî behsa çend mijarên din yên weke vegerandina termên Êzidiyên qurbaniya destê terorê, û vegerandina awareyên Êzidî.
Top