• Tuesday, 02 July 2024
logo

Serbazekî Tirkiyê li Idlibê hat kuştin

Gulan Media February 3, 2021 Nûçe
Serbazekî Tirkiyê li Idlibê hat kuştin
Serbazekî Tirkiyê ku roja bihorî di êrişekê de li Idlibê birîndar bibû, îro li nexweşxaneyê mir.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê îro li ser twittera xwe kuştina serbazekî wî welatî ragihandiye, lê nedaye xuyakirin ew serbaz li kuderê û ji aliyê kîjan alî ve hatiye kuştin.

Lê di medyayên Tirkiyê de hatiye ragihandin, ku ew serbaz xelkê parêzgeha Kayserî ya Tirkiyê ye û li Idlibê di encama êrişekê de birîndar bûbû.

Parêzgariya Kayseriyê jî di daxuyaniyekê de ragihandiye, serbazê bi navê Basrî Demîrel li parêzgeha Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê di encama êrişekê de bi dijwarî birîndar bûbû û piştî ku bo Nexweşxaneya Herêmî ya Hatayê hat rakirin, jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniya Parêzgariya Kayseriyê de hatiye gotin: “Roja 31ê Çileya 2021 li Idliba Sûriyê û li ser rêya trenê ya Ebu Zehîr û li herêma kêmkirina aloziyan di demjimêr 18.30an de di encama êrişekê de ku ji aliyê sê kesên nasnameya wan nediyar ve hatibû encamdan, Çavuşê Pispor ê Piyade Basrî Demîrel birîndar bûbû.”

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan pêştir ragihandibû, roja 31ê Çileya 2021 xaleke çavdêriyê ya artêşa Tirkiyê li sînorê parêzgeha Idlibê rastî êrişeke çekdarî hatiye û di encamê de du leşker birîndar bûne.

Piştî ku xwepêşandanên li dijî hikûmeta Sûriyê veguherîn şerê çekdarî û şerekî dijwar ê navxweyî li wî welatî dest pê kir, Tirkiyê jî di nava demê re dest bi destwerdana leşkerî li hin beşên axa Sûriyê kir. Parêzgeha Idlibê yek ji wan cihan e ku artêşa Tirkiyê ji zû de hêzên xwe li wê derê bicih kirine û di çarçoveya rêkeftina Tirkiye-Rûsyayê de jî xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li wê parêzgeha Sûriyê hatine avakirin.

Rudaw
Top