Komîteya darayî li gel şandeke Brîtanî civiya
![Komîteya darayî li gel şandeke Brîtanî civiya](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/kurdistan_parliament_ldaraye.jpg )
Di civînê de behsa para Kurdistanê ji bûdceya federalî hate kirin.
Îro komîteya darayî ya parlementoya Kurdistanê li gel şandeke Brîtanî yaku ji balyozê Brîtanyayê yê li Îraqê Stephen Hikkey û Konsulusê Brîtanyayê yê li Hewlêrê pêk hatibû civiya.
Di civînê de giftûgo li ser rewşa darayî û kêşeyên darayî yên li Kurdistanê û herwiha para Kurdistanê ji bûdceya federalî ya 2021an hate kirin.
Di civînê de herwiha nîqaş li ser wan sedeman hate kirin ku bûne sedema kêşeyên darayî li Kurdistanê û liber dem rêkeftina Hewlêr û Bexdayê bûne asteng.
Ktv