• Tuesday, 02 July 2024
logo

Fazil Mîranî: Eger li Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriyê dadwerî hebûya, bo çi wiha li kurd dihat

Gulan Media February 3, 2021 Nûçe
Fazil Mîranî: Eger li Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriyê dadwerî hebûya, bo çi wiha li kurd dihat
Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand, “Nebûna dadperweriyê li Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriyê bûye sedema êşên mezin ji Kurdan re û mafê meyê yê rewa jî heye li dewleteke me hebe.” Got jî: “Pirsgirêka kurdan li Iraqê, ne pirsa mûçe û budceyê ye, belkû pirseke neteweyî ye.”

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî derbarê nakokiyên Hewlêr û Bexdayê de û encamên guftûgoyên di navbera her du aliyan de got: “Pirsgirêkên me ne tenê budce û mûçe ye, belkû pirsa me ya kurdî heye û ji pirsa budceyê kûrtir e. Pirsgirêka me ligel zihniyeta ‘piranî’ jî heye.”

Diyar kir, ew piraniya li Iraqê ya ku desthilat di destê wê de ye, yan divê baweriya xwe bi Îslamê bike, ne ‘îslama siyasî’, wate Iraq razî ye Kuwêt, Behrên û Îmarat dewlet bin, lê ji kurd re ne razî ye, anku di ola Îslamê de muxalif in. Di warê mirovî, aqil û serdemiyê de jî, mafê mirovan heye. Ji ereban re 22 dewlet hene, çima nabe dewleta kurdan jî hebe? Pirsgirêka me ne kes û partî ne, pirsgirêkên me zihniyet û şêweyê bîrkirin û bîrûbaweriya wan kes û aliyan e.”

Fazil Mîran got: “Eger dadwerî li Iraq, Îran, Tirkiye û Sûriyê hebûya, kurdên badbextê çima wiha lê hatiye?” Herwiha di bersivê de jî got: “Ji ber nebûna dadweriyê, wiha li me hatiye.”

Derbarê êrîşa aliyên Iraqî li ser Herêma Kurdistanê û bikaranîna mafên Herêma Kurdistanê wek bangeşeya hilbijartinê, Sekreterê Polîtburoya PDKê got: “Bi nerîna min, pêkhateyên Kurdistanê pereyan kom bikin û kenaleke Iraqî kirê bikin û berên xwe bidin miletê Iraqê, kolana Şîe û Sune û jê re bibêjin, ji me bidin aliyekî, we ji bo xwe çi kiriye, we çend kolan, nexweşxane, zanîngeh û firokxane vekirine? Ji bilî ku hûn me wek propagandiya hilbijartinê bi kar tînin, we çi kiriye?”

Tekez kir jî: “Dema wê yekê hatiye ji gelê Iraqê re bibêjin, van biraderan tenê em kirine amrazek ji bo propagandeya hilbijartinê.”

Derbarê hewldanên hin aliyan ên ji bo qutkirina parêzgehên Herêmê ji hevûdu, got: “Heger ez ne kurd bim û ne girêdayî kurd û Kurdistanê bim ez ê ji bo mûçeyê biçim Bexdayê. Lê pirsa federal, netewî, Kurdistan û herêma me dê çi lê were?" Di Şoreşa Îlonê de hin kes kes hebûn caş bûn û ji bo 13 Dînar û çarîkekê birayê xwe dikuşt. Eger mirov dest ji welat û milet berde, çi kirasî li xwe bike, lê tê”

Derbarê berdewamiya danûstandinên ji bo gihîştina bi rêkeftinekê û çareserkirina pirsgirêkên bi Bexdayê re, Fazil Mîranî got: “Hewl didin ligel Bexdayê rêk bikevin. Parlemanto, Serokê Herêmê, hikûmet û hevbeşên me hene û yekrêzî pêwîst e.”

K24
Top