• Tuesday, 02 July 2024
logo

Kurd ji sê gundên Efrînê bi temamî hatin derxistin

Gulan Media February 3, 2021 Nûçe
Kurd ji sê gundên Efrînê bi temamî hatin derxistin
Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê, 3 gund bi temamî ji Kurdan vala kirin û dest danîn ser tevahiya mal, zevî û milkên wan. Artêşa Tirkiyê navendeke serbazî li wê deverê ava kiriye û heta goristana gund jî bi temamî hatiye têkdan.

Şêxurzê girêdayî nahiya Bilbilê ye li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji gundên Şêxûrza Jêrîn, Şêxurza Ortê, û Şêxurza Jorîn pêk tê.

Dîmenên ku taybet ji bo Rûdawê hatine şandin wêrankariya ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ya li dijî vî gundî nîşan didin.

Şêxurza Jêrîn, bi heman şêweyê herdu beşên din ên gund bi temamî ji nişteciyên xwe yên resen vala ye.

Li nav Şêxurza Ortê jî, di dîmenan de ji bilî kavilên malên wêrankirî tiştek din nayê dîtin.

Di dîmenan de ku xwediyê wê bo Rûdawê şandine, diyar dike ku malek bi temamî hatiye wêrankirin û tiştên nav malê hatine talankirin.

Li gor Ehmed Şêxo, xwediyê malê, wêneyên Gurên Boz ku sembola netewperestên Tirk e, li se dîwarên mala wî hatibûn nîgarkirin.

Gundê Şêxurzê yê Efrîn, 3ê beş e û ji 500 malan pêk dihat. Hejmara nifûsa wî gundî 3000 kes bûn, ji wan 1000 kes li gund niştecî bûn.

Niha yek kesekî Kurd li gund nemaye û Erebên hawirde ji Xûte û Himsê li Şêxurza Jêrîn niştecî ne û rêjeya wêrankariyê li Şêxurza Ortê ji 80-90% ye.

Piraniya malên Şêxurza Jorîn hatine wêrankirin û bûye binkeya serbazî ji bo artêşa Tirkiyê. Herwiha goristana gund bi traksê hatiye têkdan.

Ebû Telal, fermandeyê Siqûr el-Şemal, ku xelkê Hemayê ye, tiştên nav malên gundiyan bi 12.000 dolaran firotin belênderekî xelkê Babê.

Bi biryara Encûmena Bilbilê malên zerermend hatin hilweşandin û hesinê wan ji aliyê heman belênderî hatin dizîn.

Tevahiya zeviyên zeytûnan, guvaştek û mal û milkên gundiyan hatine talankirin.

Ehmed Şêxo, ku xelkê gundê Şêxurzê ye û berî êrîşa Tirkiyê seredana gundê xwe kiribû, ji Rûdawê re ragihand, “Piştî ketina Efrînê û gundê Şêxûrza bo destê hêzên Tirkiyê yên dagirker û çeteyên wê, gund bi temamî hatiye wêran û talankirin. Zêdetirî hezar darên zeytûnê tenê yên malbata min hatine birîn.”

Ne tenê malên hersê gundên Şêxurzê hatine wêrankirin û talankirin, lê goristana gund jî hatiye têkdan.

Çavkaniya ku dîmenên goristana gund ji bo Rûdawê şandine, dibêje ku armanc ji têkdana wê nehiştina her asewarekî nişteciyên resen ên herêma Çiyayê Kurmênc e, da ku nasnameya wê bi temamî bê guhartin.

Rudaw
Top