• Tuesday, 02 July 2024
logo

Rojnamevanekî Silêmaniyê: Komela Îslamî dixwaze koletiyê ji bo dagirker nû bike

Gulan Media February 2, 2021 Nûçe
Rojnamevanekî Silêmaniyê: Komela Îslamî dixwaze koletiyê ji bo dagirker nû bike
Rojnamevan û şirovekarê siyasî yê Silêmaniyê teqez kir, Komela Îslamiya Kurdistanê tevgerekî xwe ferz dike ye û baweriya wê bi mafê rewa û azadî û xebata niştimanî tine. ‘’Bi roja ronahî koletiyê bo dagirkeran nû dike.’’

Îro 02.02.2021ê rojnamevan û şirovekarê siyasî Amanc Ebdula ji BasNewsê re ragehand, Komela Îslamî her ji destpêkê ve wek tevgerekî dûvikê fundamentalîst ê tundiyê xwe ragehandiye û baweriya wê bi mafên rewa û azadî û xebata niştimanî tine. Çavê wê bi serweriya Kurdistanê bar nabe, ji ber wê jî piştevaniyê li çemkê dagirkerên Kurdistanê dike.

Herwaha bi bibîranî ku wek çawa ew dema Pêşmerge efsaneya DAIŞê têkşikand, Komela Îslamî wê demê jî dijatiya destkeftên Pêşmerge dikir û ji bo wê jî hevxemiya hizra DAIŞê dikir, bi heman awayî û dîtinê ve naha jî aşkera şerê pitepitê li gel netewa kurd dike. Bi aşkera û rûyê xwe yê qahîm ve fîlmeke wek sivakiyê û heqaretê bike li hember xelkê Kurdistanê û Pêşmerge û xebata netewî û rêveberê qehremanên vî niştimanî dide pêş.

Navborî got, çapemeniya cîhanî behsa serwerî û serkeftina Pêşmerge dikin û cîhan bi wê rastiyê aşîna ye ku Pêşmerge bi rêbertiya Serok Barzanî û bi alîkariya hevpeymaniya Amerîka û rojava ve karî efsaneya DAIŞê têk bişkênin. Di rewşeke waha de neyarên kurd û dagirker çavên wan bi vê serweriya Pêşmerge û xebata gelê Kurdistanê bar nabe. Ji ber wê dixwazin bi fîlmên sexte û xwedê girawî wan serkeftinan kêm bikin ku şikesta DAIŞê ji ber dilê wan êşandiye û ew xewna wan a naha heyî pir zû têkçû.

Amanc Ebdula got, Komela Îslam jî ber tevgerekî tundrê ya xwe ferz dike ye, av dikşîne aşê dijminan û bi roja ronahî hizra koletiyê bo dagirker nû dike.

Herwaha got, Komela Îslamî desthilata wê tine. Xwedê neke desthilata wê heba, wek çawa demekî diyarkirî li Helebçe û derdora xwe ferz kir û di saya wan de tiştek nema bi navê azadî. Komela Îslamî tevgerekî tundrê yê dûvikê welatekî cîrane. Ji ber wê hebûna wê li ser azadî û asayîşa netewa me metirsî ye.

Basnews
Top