DMME derbarê Demîrtaş de daxwaza zelalkirinê ji Tirkiyê dike
Piştî ku biryara azadkirina Selahattîn Demîrtaş da û ew biryar ji aliyê Tirkiyê ve hat redkirin, DMME daxwaza zelalkirinekê ji Tirkiyê kir.
Selahattîn Demîrtaş piştî ku ji çend dosyeyan bê tawan derket, vê carê jî skalayeke din di çarçova “bûyerên Kobanê” de li ser wî hat tomarkirin û hat dadgehîkirin.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di vê mijarê de pirsekê arasteyî Tirkiyê dike û dibêje, “Gelo dadgeha Destûrê ya Tirkiyê ji bo keysa bûyerên Kobanî derbarê Selahattîn Demîrtaş de rêyeke yasayî ye?”
Parêzerê Demîrtaş jî piştî wê pêngava DMME ragihand, keysa bûyerên Kobanî wek hincetek bo hiştina Demîrtaş di zindanê de hatiye bikaranîn û di warê yasayî de ti belgeyek têde nîne.
Di daxuyaniya DMMEê de hatiye, wan lêkolîn li ser wê skalayê kiriye ku li dijê Demîrtaş hatiye tomarkrin û bûne sedema jêstendina azadî û rakirina parêzbedniya wî, lê derketiye li gor yasa divê Demîrtaş bê azadkirin û nabe bi van sikalayan parêzbendî li ser bê rakirin û bi vî awayî jî Tirkiye, wî mafê Demîrtaş binpê kiriye û dadgehîkirin jî li ser bingeheke siyasî bûye.
Nûnerên fraksiyonên sereke yên PE, di nameya xwe de daxwaz ji balyozên welatên YE kirin, bo ku Tirkiye pabendî biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê (DMME) bibe û Demîrtaş bê azadkirin, hemû derfetên xwe pêşkêş bikin.
Raportora berê ya taybet bo Tirkiyê li PEyê Kati Piri li hejmara xwe ya torên civakî ew nameya hevbeş a nûnerên fraksiyonên li PEyê, belav kir.
Di wê nameyê de amaje bi vê yekê hat kirin, ji bo ku Tirkiye biryara DMME ya derbarê Selahattîn Demîrtaş de cîbicî bike, daxwaz çi ji destên wan tê bikin û “di Konseya Wezîran a bê de giringiyê bidin ser vê mijarê peyameke bi hêztir bê dayîn.”
Herwiha di wê nameyê de hat tekezkirin ku tevî biryara DMMEyê Demîrtaş ji 4ê Mijdara 2016an vir ve bi tometên bêbingeh li girtigeha tîpa F ya Edîrneyê zindanîkirî ye.
Her di wê nivîsa hevbeû de gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu hatin bibîrxistin ku biryara DMME red kiribûn û hat gotin, li êûna ku bê berdan, tometên nû arasteyî Demîrtaş û 107 kesên din hatin kirin.
Her di wê nivîsê de amaje bi wê hat kirin ku “cîbicînekirina biryara DMME ji aliyê Tirkiyê ve, rewşekê derdixe holê ku hem binpêkirina berpirsiyariyên navnetewî ye û hem jî zirarê digihîne pêbaweriya DMMEyê.”
Kesên ku nivîsa hevbeş îmze kirine:
Raportora berê yê PE Cîgirê û Serokê Koma Sosyalîst & Demokrat a Hollandayî Kati Piri, Raportorê PE yê Tirkiyê Nacho Sanchez Amor, Endamê Keskan û Serokê Komiteya Parlamentoya Hevbeş ya YE-Tirkiyê Sergey Legodinsky, Berdevkê Koma Krîstiyanên Demokrat Michael Gahler, Endamê Karên Derve ya PE ya Koma Renew Hilde Vautmas û Endamê Koma Çep ya Qibrisê Niyazî Kizilyurek.
Ev di demekê de ye ku Daîreya Mezin ya DMME roja 22yê Berfenbara 2020an biryar dabû ku Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş demildest bê berdan.
Daîreya Mezin ya DMME ku ji 17 dadgeran pêk tê li dijî 2 dadgeran 15 dadgeran biryar dan ku Demîrtaş demildest bê berdan.
Herwiha çend roj berê jî Lijneya Giştî ya Parlementoya Ewropayê (PE) li ser mijara “rewşa girtina Selahattîn Demîrtaş û girtiyên siyasî yên din” civînek lidar xist û civînê de pêşnûmebiryarek hat pesendkirin ku tê de tê xwestin, Demîrtaş demildest bê berdan.
Hevserokê Berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ji sala 2016an ve li bajarê Edîrnê di girtîgehê de ye.
Rudaw