• Tuesday, 02 July 2024
logo

Serokwezîr û wezîrê dadê yê Îraqê civiyan

Gulan Media February 2, 2021 Nûçe
 Serokwezîr û wezîrê dadê yê Îraqê civiyan
dibêje bila pêşiya guhertina demogirafiya deverên Kurdistanî bigirin.

Behsa hemahengiya her du wezaretên dad yên Kurdistan û federalî kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê dad yê Îraqê civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro duşem 1/2/2021an me pêşwaziya wezîrê dad yê Îraqê Sala Ebdulstar kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pere pêdana hemahengî û hevkariya navbera desthilata dadwerî , dadgeh û dezgehên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî kir, bi tabetî girîngiya hemahengî kirin di warê beşdarî kirin û amadebûna di civîn û komcivînên navnetewî de.

Di berdewamiya civînê de me tekez li ser girîngiya rêzgirtin ji mafên mirov û qerebû kirina zirarmendên û kesûkarên enfal, kîmiyabaran kirin û wêran kirina hezaran gundên Kurdistanê ji aliyê rejîma berê ya Îraqê ve kir.

Me daxwaz kir wezareta dad ya federalî û dezgehên dadweriyê yên Îraqê rola girîng û erên ya xwe bilîzin bo danîna sînor û pêşî girtin ji wan destdirêjiyên ku li ser milk, mal û zeviyên welatiyên Kurd li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya hikûmeta herêma Kurdistanê tên kirin û kar kirin bo nehêştina siyaseta guhertina demogirafiya wan deveran, bilîzin.
Top