Amerîka êrîşên li Rojavayê Kurdistanê şermezar dike
Ned Price di civîneke çapemeniyê de êrîşên li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û ragihand ku ew ji ber êrîşên van demên dawî yên bi rêya wesayîtên bombekirî, nîgeran in.
Price diyar kir: “Ev êrîş gefê li gelê Sûriyê dixwe û wê deverê zêdetir nearam dike.”
Du roj berê li navçeyên Ezaz û Babê teqîn çêbûbûn û di encama wan teqînan de 10 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 24 kes jî birîndar bûbûn.
Herwiha sê roj berê jî li devera pîşesazî ya Efrînê bi otomobîleke bombekirî êrîşek hatibû encamdan û di wê êrîşê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û zêdetirî 20 kesan jî birîndar bûbûn.
K24