• Tuesday, 02 July 2024
logo

‘Çareseriya pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê kilîla seqamgiriya Iraqê ye’

Gulan Media February 2, 2021 Nûçe
 ‘Çareseriya pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê kilîla seqamgiriya Iraqê ye’
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li gel Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê Stephen Hickey civiya û tekez kir ku çareserkirina yekcarî ya pirsgirêkên li gel Bexdayê li ser bingeha destûrê, “kilîla aramî û seqamgiriya niha û pêşerojê ya Iraqê ye.” Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê her îro li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî civiya.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di civîna îro de ku li Hewlêrê birêve çû, “Pêşxistina peywendiyên Brîtanya û Herêma Kurdistanê, rola civaka navdewletî di alîkarîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê de, alîkariya Brîtanyayê bo bihêzkirina sazî û proseya çaksaziyê li Iraq û Herêma Kurdistanê, dawîn pêngavên giftûgoya Hewlêr û Bexdayê, pirsa budce û pişka Herêma Kurdistanê, rewşa navxwe ya herêmê, rêkeftina Şingalê, metirsiyên teror û serhildana DAIŞê, hilbijartinên bên ên Iraqê û pêşbîniya nexşeya siyasî ya piştî hilbijartinan, hatin gotûbêjkirin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civînê de tekezî li ser amadebûn û daxwaza Herêma Kurdistanê kir ji bo çareserkirina yekcarî ya hemû pirsgirêkên li gel Bexdayê li ser bingeha destûr û girîngiya cêgîrbûna sîstema federalî û amaje bi wê jî kir ku “çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê li gel hikûmeta federal a Iraqê, kilîla aramî û seqamgiriya niha û dahatû ya Iraqê ye.”

Konsulê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê James Thornton di civînê de amade bû û di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Herdû alî hevra bûn li ser girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û gihîştiya Hewlêr û Bexdayê bi rêkeftin û çareserkirina pirsgirêkan. Herwiha Balyozê Brîtanyayê amadebûna welatê xwe bo berdewamiya hevbeşî û piştgiriya li Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir.”

Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê her îro li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî civiya û li gor daxuya derbarê civînê de hatiye belavkirin, “rewşa Iraq û navçeyê û pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê hatin gotûbêjkirin.”

Balyozê Brîtanyayê amaje bi wê kir Brîtanya amade ye alîkariya Herêma Kurdistanê û Bexdayê bike da ku bigihjin rêkeftineke dadmend û demdirêj li ser bingeha destûrê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî tekez kir ku “Herêma Kurdistanê her tim pabendbûna xwe di çarçova destûrê de cîbicî kiriye bi arasteya gihîştina bi rêkeftina li gel hikûmeta federal ku mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê dabîn bike.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê jî kir, “Mekanîzma serkeftina proseya hilbijartinên bê yên Iraqê, girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û derketina milîs û hêzên çekdar ên neyasayî li navçeyê, beşeke din a giftugoyên me bûn.”

Rudaw
Top