• Tuesday, 02 July 2024
logo

Firokeyên Tirkiyê gundê Şênî bombebaran kir

Gulan Media February 2, 2021 Nûçe
 Firokeyên Tirkiyê gundê Şênî bombebaran kir
Îro firokeyên şer ên Tirkiyê, gundê Şênî yê ser bi navçeya Pişder a Başûrê Kurdistanê bombebaran kir.

Li gor zanyariyên nûçegihanê Kurdistanê24ê, vê sibê di demjimêr 11:00ê de, çend firokeyên şer, nav gundê Şênî û derdora wî bombebaran kir.

Rêveberê Nahiya Helşo Bekir Weysî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Îro sê car firokeyan nav gundê Şênî û derdora navçeya Pişder bombebaran kirin û hê jî firoke li esmanê vê deverê difirin.”

Bekir Weysî diyar kir: “Hêj nayê zanîn gelo zirar gihiştiye canê kesekî an na, ji ber ku em nikarin xwe bigihînin gundê Şênî, lê zirarên madî gelek in û xelk gelek bizdiyane.”

Li gor zanyariyan, ti baregeheke PKKê li nav gundê Şênî tine ye.

K24
Top