• Tuesday, 02 July 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Werin em ji ber şehîdên 1ê Sibatê bibin yek

Gulan Media February 1, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Werin em ji ber şehîdên 1ê Sibatê bibin yek
Serokê Herêma Kurdistanê di bîranîna salvegera şehîdên teqînên 1ê Sibata sala 2004 de ragihand, “em wan bi rûmet bibîr tînin” û diyar kir, “Werin em bîranîna şehîdên serkirde, ezîz û xoşteviyên xwe ku xwîna wan tevli hev bû, bikin hêwinê yekrêzî û pêkvebûnê jibo bidestxistina armancên wan.”

Di 1ê Sibata 2004 de ku îro 17 sal di ser re derbas dibe, du kesên xwekuj merasimên cejnê li Liqa 2 a PDKê û Melbenda 3 a YNKê li bajarê Hewlêrê kirin armanc û xwe di nava xelkê de teqandin. Di herdu teqînan de 103 kes şehîd bûn û 246 kes jî birîndar bûn.

Îro Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di salvegera teqînên 1ê Sibatê de peyamek li ser twitterê belav kir û ragihand: “Di bîranîna şehîdên 1ê Sibatê de em bejna xwe li ber canê wan ê pak ditewînin. Bila em bîranîna şehîdên serkirde, ezîz û xoşteviyên xwe ku xwîna wan tevli hev bû, bi hev re şehîd bûn, bikin hêvinê yekrêzî û pêkvebûnê jibo bidestanîna armancên wan.”

Teqînên 1ê Sibata 2004 di demekê de bû ku piştî çend sal ji şerê navxweyî, nû aştî li Başûrê Kurdistanê di navbera aliyan de çêbibû. Bûyera teqînên 1ê Sibatê tevî ku êş û xem û birînek kur di laşê Kurdistanê de çê kir, lê bû destpêka têkoşîna li dijî terorê li Başûrê Kurdistanê û xêzkirina plan û stratejiya rûbirûbûna terorê û ji ber wê yekê jî saziya Dije Teror hat avakirin.

Avakirina dezgehên emnî yên nû, heya rêjeyeke memzin karîn Herêma Kurdistanê ji gef û metirsiyên terorê biparêzin.

Tacegul li ser monomênta şehîdên 1ê Sibatê tê danîn

Her îro biryar e merasima bîranîna qurbaniyên teqînên 1ê Sibatê li Hewlêrê bê kirin. Berevan Hemdî, Birîkarê Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan ji Rûdawê re ragihand, tevî ku di asta fermî de ti gotar nabin, lê “nûneratiya serokatiyên Herêma Kurdistanê di merasima îro de amade dibin û tacegulê li monomênta şehîdên 1ê Sibatê datînin” û ji ber wê yekê jî dê peyama hersê serokatiyan jî hebe.

Birîkarê Wezareta Şehîdan û Enfalkiriyan, sedema encamnedana merasima fermî jibo rêkarên xweparastina ji vîrusa Coronayê vegerand. Berevan Hemdî got: “Nûneratiyên serokatiyên herêmê, bi rêkarên tendirustiyê beşdarî di danîna tacegulan de dikin.”

Rudaw
Top