• Tuesday, 02 July 2024
logo

Berpirsekî PDKê: Bicîhbûna Heşda Şeibî li devera Sergeran, bi guman e

Gulan Media February 1, 2021 Nûçe
Berpirsekî PDKê: Bicîhbûna Heşda Şeibî li devera Sergeran, bi guman e
Berpirsekî PDKê dibêje, bicîhbûna hêzên Heşda Şeibî li devera Sergeran ya Dûbiz, metirsî ye li ser xelkê wê deverê.

Berpirsê liqa 23 ya PDKê li devera Qereçox ya Mexmûrê, Kirmanc Ebdullah ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, ev çend roj in Heşda Şeibî hêzên xwe derbasî nahiya Sergeran ya bajarokê Dûbiz yê Kerkûkê dike.

Kirmanc Ebdullah her wiha gotiye, bê guman bicîhbûna wan hêzan li devera Sergeran normal nîne û dibe metirsî li ser xelkê wê deverê bi taybet kurdan.

Wî berpirsê PDKê daye xuyakirin jî, armanca wan ew e kurdan ji wir bidin koçberkirin û wê deverê teslîmî ereban bikin. Ji xwe piştî 16 Cotmeha 2017 dest bi vê yekê kirine.

Basnews
Top