• Tuesday, 02 July 2024
logo

Rojnameya fermî ya Iraqê nûçeyekî din a firotina Silêmanî ji Bexda re aşkera dike

Gulan Media February 1, 2021 Nûçe
Rojnameya fermî ya Iraqê nûçeyekî din a firotina Silêmanî ji Bexda re aşkera dike
Rojnameya fermî ya Iraqê di manşeta xwe ya serekî de aşkera kir, ku ji Silêmaniyê ve hewldanek heye ku bi rêya bicîh kirina madeyekî li yasaya budceya sala 2021ê ya Iraqê de, Silêmanî rasterast bi Bexdayê ve bê girêdan ku ev yek jî ji aliyê çavdêran ve wek planeke din a firotina Silêmaniyê tê pênase kirin.

Piştî şikestina hewldanên sala 2017ê yên Kerkûk radestî Bexda û milîsên Heşdî Şeibî hatin kirin, vê carê jî radest kirina rasterast a Silêmaniyê di bin navê herêmbûn an jî dûrketina ji navendê de ketine rojevê û li gor rojnameya Sebah a ser bi hikûmeta Iraqê ku bi zimanê endamê fraksiyona YNKê li encûmena parêzgeha Silêmaniyê Rêkewt Zekî ragehandiye, eger herêma Kurdistanê û Bexdayê nekarîn bigehin rêkeftinê derbarê dosyaya nefte de, nûnerên wan hewldidin madeyekî li yasaya budceya sala 2021ê ya Iraqê bicîh bikin ku rê ji danûstandinên rasterast ên Silêmaniyê yên li gel Bexdayê re rê dide, ji ber nebûna benda yasayî û ne destûrîbûna wê di dema borî de nekarîne bi wî awayî danûstanê li gel Bexdayê bikin.

Wî berpirsê YNKê aşkera kiriye ku ew heta naha dikarin dahatên xwe radestî Bexdayê bikin, lê li gor daxuyaniyên berpirsên hikûmeta herêma Kurdistanê heta naha dahatên Silêmaniyê bi awayekî sererast dahatên Silêmaniyê bi awayek temam radestî hikûmeta herêma Kurdistanê nekiriye.

Li gor çavdêran ev yek jî hewldaneke dine bo firotina parêzgeha Silêmaniyê û hilweşandina herêma Kurdistanê ku deste û taximên Silêmaniyê ji sala 2017ê ve bi cîdî kar li ser dikin û heta naha şikestinê zêdetir ti tiştek bidest nexistine.

Basnews
Top