• Tuesday, 02 July 2024
logo

17 sal di ser teqînên 1ê Sibatê re derbas bûn

Gulan Media February 1, 2021 Nûçe
17 sal di ser teqînên 1ê Sibatê re derbas bûn
Îro 17 sal bi ser şehîdbûna serkirde û Pêşmergeyên Kurdistanê yên li Hewlêrê derbas bûn.

Di 01.02.2004an de roja Cejna Qurbanê, terorîstan 2 teqînên xwekujiyê li Liqa 2 ya PDKê û li Melbenda 3 ya YNKê pêk anîn.

2 endamên rêxistina El Qaîdêyê ew teqîn pêk anîbûn û di encamê de 101 serkirde û Pêşmergeyan canê xwe ji dest dabûn, herwiha bi dehan hemwelatî jî birîndar bibûn.

Li herdu baregahên serkirdeyên siyasî bi minasebeta Cejna Qurbanê cejna gel pîroz dikirin. Xwedê girawî ew rêxistinên îslamî serkirdeyên Kurd kirin armanc.

Li parka Samî Ebdurehman ku ew bi xwe jî şehîd bibû peykerek momentek hatiye çêkirin û navê 101 şehîdî lê hatiye nivîsandin. Di 1ê Sibatê de ew şehîdên Kurdistanê tên bîranîn.

Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalbûyan a Herêma Kurdistanê di 17.mîn salvegera kiryarên xwekujiya 1ê Sibatê de daxuyaniyek belav kir û tekez kir, xwîna şehîdan û qurbanên karesatê bûne hêvinê zêdetir bihêzkirina ruhê pêkvejiyan û yekrêzî û yekitiya gelê Kurdistanê.

Daxuyaniya Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalbûyan de amaje bi wê yekê hate kirin ku ji ber rewşa tenduristî û bi armanca parastina tenduristiya kesûkarê şehîdan merasîmên taybet ji bo vê rojê nayên kirin.

Basnews
Top