• Tuesday, 02 July 2024
logo

Li Hesekê alozî çê bû kuştî û birîndar hene

Gulan Media February 1, 2021 Nûçe
Li Hesekê alozî çê bû kuştî û birîndar hene
li gor zaniyaryên destpêkê kesek canê xwe ji dest daye.
Alozî di navbera hêzên rejîmê û HSDê de çê bûye.

Li gor jêderên nûçeyan îro danê nîvroyê li bajarê Hesekê ya li Rojavayê Kurdistanê di navbera hêzên çekdar yên rejîma Şamê û şervanên HSDê de alozî û pevçûn çê bûye.

Di encama pevçûna han de kesek canê xwe ji dest daye û çend kesên din jî birîndar bûne.

Tê gotin ku alozî û pevçûna han jiber xwepîşandanekê çê bûye.
Top